Li herêma Kokhav Ya'irê ya li nêzî sînorê Şerîa Rojava ya dagirkirî ye, roja Yekşemê li stasyoneke sotemeniyê êrişeke çekdarî rû da.
Polîsên Îsraîlê ragihandin ku piştî bûyerê gelek wezîfedarên ewlekariyê ji bo herêmê hatin veguhestin û wesayitek tespît kirin ku texmîn dikirin ku pêwendiya xwe bi êrişê re heye.
Di daxuyaniya polîsan de hate gotin, kesê ku îdîa kirin êriş kiriye, ji aliyê hêzên ewlekariyê ve "hatiye bêbandorkirin." Her wiha agahî nehate dayin bê êrişkar hatiye kuştin an na, yan jî htaiye binçavkirin an na.
Saziya alîkariya lezgîn a Îsraîlê Magen David Adom (MDA) diyar kir ku di êrişê de mêrekî 30 salî jiyana xwe ji dest da. Hate ragihandin ku rewşa yek ji birîndaran giran e û rakirine nexweşxaneyê.
Tîmên tenduristiyê diyar kirin ku bi giştî pênc kes birîndar bûne û lêpirsîna li ser bûyerê dewam dike. Rayedaran li ser sedema êrişê û nasnameya êrişkar hîn agahiyeke berfireh parve nekirin.